Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
alfabeya kurdî ya ku hemû dengên kurdî dihewîne - tirşik
alfabeya kurdî ya ku hemû dengên kurdî dihewîne
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dema kurdek ji mamosteyê/a xwe yê/a kurdî dipirse çima ev deng di alfabeyê de tune ye yekser vê bersivê distîne: zimanekî xwedî alfabeyeke ku hemû dengên zimanî dihewîne tune ye, loma ev asayî ye. min ev gotin ji gelekan bihîstiye, nizanim çima wisa dibêjin lê ne rast e. piraniya zimanan alfabeya wan hemû dengên zimanî dihewîne. bo nimûne îngilîzî, almanî, rûsî hwd. lê piraniya van zimanan jî ne qasî kurdî pirdeng in (ji bilî rûsî ku ew jî xwedî alfabeyeke têkûz e). ez ne zimannas im û dibe ku şaş bim, lê ev ramanên min in.

herçi, dengên ku niha di alfabeya kurdî ya latînî de tune ne ev in (dibe ku yên nizanim hebin):
a' - a'ciz bûn, ma'd
e' - e'lok, bee'cîn
ê' - deê'mê (gundekî qoserê ye, ji ber ku mînakek nehat bîra min min ev nivîsî :D dema bê bîra min ez ê biguherînim)
i' - i'roq (ev zêde tune ye, hetta dibe ku ev mînak tenê hebe)
î' - misaî't (ev jî zêde tune ye)
ü - di kelhûrî de heye
- ẍelîn, ẍar, aẍa
- ḧerî, ḧeya
ř - kiřîn, piř (nîşe: hemû bêjeyên ku bi r'yê dest pê dikin ř ne. di kurmancî û soranî de wisa ye, zaravayên din nizanim.)
ł - wiłat, bełê (di soranî û kelhûrî de heye)
ň - maň (di kelhûrî û ne şaş bim soranî de heye. û pa wateya wê meh, heyv e)
d' - min nezanî vî dengî bi latînî çawa binivîsim, tenê di hewramî de heye û dengekî di navbera d û l-yê de ye.
tîpên cêwî (p,ç,t,k) - di kurmancî û zazakiyê de du cûreyên van tîpan hene: nerm û req. apê mûsa pêşniyaz kiribû ku em yên req wisa binivîsin: ph, çh, th, kh. lê bi min wa xweş xuya nake. lê ji bo bê têgehiştin ez ê niha bi kar bînim. çend mînak ji tîpên cêwî yên req: phîs, phak, çhêkirin, çhar, thenê, thas, khurdî, kher. çend mînak ji yên nerm: pê, payîz, çeng, biçûk, teng, tarî, lêker, keř.

ez nabêjim ku divê ev deng bi van awayan di alfabeyê de bin, ji bo cûdahî bê têgihiştin min wisa nivîsî. îja divê ev bi çi awayî tev li alfabeyê bibin ez ewê nizanim. ev karê zimannasan e.

zor e ku evqas tîp di alfabeyekê de hebe (qala alfabeyên latînî dikim. di yên din de dibe ku hebe. ne şaş bim di alfabeya ermenî de ji 40î zêdetir tîp hebûn).
pêşniyaza min ev e: tîpek bê hilbijartin û ev tîp dema bê pêşiya tîpekê wê bi alternatîfa wê ya din re biguherîne. bo nimûne bela ev tîp "ь" be. apê mûsa ji bo tîpên cêwî yên req "h" bi kar anîbû lê ez ê "ь" ji bo yên nerm bi kar bînim. îja bi vê tîpê em hevokekê binivîsin: min pertьûkьekь kirьî lê dûrьe min nas kьir ku ez ê gelekь jê aьciz bibim.



28.12.2020 19:49 ~2021.07.23 09:38 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» alfabeya êzidiyan
» kurdî vs korevî
» hemûyan bixwîne
» dengên bakur
» kurdîesk

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî